Li bakurê Iraqê eskerek şehîd ket

Li bakurê Iraqê eskerek şehîd ket

Li ser malpera Wezareta Parastina Neteweyî hat daxuyandin baregeheke li herêma Operasyona Pencik-Biruskê ji hêla endamên rêxistina terorê va hedef hat girtin.

Hat daxuyandin di pevçûna ku derket da eskerek giran birîndar bû û eskerek jî şehîd ket.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz bike, serê malbata wî ya bikeder, gelê me yê biesl û Artêşa Tirkiyeyê sax be. Xwedê şifayê bide eskerê me yê birîndar."

- Ji Wezîrê Parastina Neteweyî Akar peyama sersaxiyê

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar jî ji bo esker Muhammet Ozturkê şehîd ket peyama sersaxiyê weşand.

Akar li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha got: "Li ser navê xwe û xebatkarên Wezareta Parastina Neteweyî dibêjim Xwedê rehma xwe li wî bike, serê malbata wî ya bikeder û gelê me yê biesl sax be."

Sererkan Orgeneral Yaşar Guler jî ji bo şehîd Muhammed Ozturk peyama sersaxiyê weşand.

Guler li ser hesabê Twîtterê ya Artêşa Tirkiyeyê peyam weşand û got Xwedê rehma xwe li wî bike, serê malbata wî ya bikeder û eqrebayên wî sax be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE