Li bakurê Iraqê eskerek şehîd ket

Li herêmê bi piştgiriya ji hewayê va operasyon dewam dike.

Li bakurê Iraqê eskerek şehîd ket

Hat ragihandin ku di dema operasyonên li bakurê Iraqê dewam dikin da bi endamên PKKya rêxistina terorê ra pevçûn derket û eskerek şehîd ket.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin: 

"Di dema operasyonên li bakurê Iraqê dewam dikin da bi endamên PKKya rêxistina terorê ra pevçûn derket û eskerekî me yê qehreman şehîd bû. Herêma terorîst lê bûn hildan binê gulebaranê. Li herêmê bi piştgiriya ji hewayê va operasyon dewam dike.

Rihma Xwedê li şehîdê me be, serê malbata wî sax be. Em serxweşiyê didin Artêşa Tirkiyeyê û miletê Tirk.

Dîroka nûkirinê: 28 Gulan 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE