Li bakurê Iraqê operasyona asîmanî

Li herêma Avaşînê 3 terorîst hatin bêtesîrkirin

Li bakurê Iraqê operasyona asîmanî

Tekoşîna li dijî terorê bê navber dewam dike. Di operasyona asîmanî ya li bakurê iraqê de 5 terorîst hatin bêtesîrkirin.

Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê careke din li cihên terorê yên li bakurê Iraqê dan.

Di çarçoveya Herekata Pençeyê de li herêma Avaşînê operasyona asîmanî hat kirin.

Di operasyonê de 3 terorîst hatin bêtesîrkirin.

Li herêma Metînayê jî 2 terorîstên ku ji bo êrîşê hewl didan bikevin welêt, hatin tespîtkirin.

Komandoyan di demeke kurt de her du terorîst bêtesîr kirin.

Ligel van operasyonan, hêzên ewlekariyê têkoşîna xwe ya li dijî alîgirên terorê jî didomîne.

Li Qeyserî û Elezîzê 17 kes hatin binçavkirin.

Di xebatên lêgerîna li malên gumanbaran de gelek weşanên qedexe û materyalên dijîtal hatin bidestxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE