Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li Sînat-Heftanîna herêma li bakurê Iraqê Operasyona Pençe-3yê dane destpêkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî hat destnîşankirin ku Operasyona Pençe-3yê duh dane destpêkirin.
Hat diyarkirin ku operasyona Pençe-3yê ji bo ewlehiya sînoran ji dûr va bê parastin û li herêma Sînat-Heftanînê terorîst û şikeft û sitargehên wan bên îmhekirin tê kirin.
Li gor agahiyan operasyona ku balafirên Fermandariya Hêzên Esmanî, SÎHA/ÎHA û obus jî tevlî dibin bi serkeftî tê meşandin.