Li bakurê Minbîcê dewriye li ser 5-6 kîlometreyan hat kirin

Berfirehiya dewriyeyê wê di civîna ligel desteya Emerîkayê de bê diyarkirin

Li bakurê Minbîcê dewriye li ser 5-6 kîlometreyan hat kirin

Li Minbicê hêzên çekdar ên Tirkiyeyê û leşkerên emerîkayê dest bi dewriyeya hevpar kirin. Li ser xeteke nêzî 6 kîlometreyan leşkeran dewriye gerand. Ev dewriya hevpar a li bakurê minbicê dibe ku li başûrê mincibê jî were kirin. Niha hûrguliyên vê peyman û dewriyeyê tên ser ekranê.

Serok Recep Tayyip Erdoğan:”Edî em ê xwe li Minbicê neewiqînin û di şûna vê yekê de em ê hêz û bala xwe bidin Rojhilata Firatê.”

Li Minbicê di nexşerêyê de qonaxeke din jî li paş ma.

Leşkerên Tirkiye û yên Emerîkayê dest bi dewriyeya hevpar kirin.

Dewriyê di 1ê Mijdarê de nêzî 3 saetan dewam kir.

Ew dewriye li bakurê Minbicê li ser xeteke 5-6 kîlometreyan de hat kirin.

Her wiha di navbera Enqere û Washingtonê de jî civînên li ser dewriyeya hevpar dewam dikin.

Di vê mehê de bi beşdarbûna rayedarên Tirkiye û yên Emerîkayê wê civîneke din were kirin.

Di hevdîtinan de dibe ku berfirehkirina qada dewriyeya hevpar jî bê nirxandin.

Tê çaverêkirin ku başûrê Minbicê û herêmên kêliya Çemê Firatê jî tev li qada dewriyeya hevpar bên kirin.

Berê jî leşkerên Tirkiyê her du rojan careke li derdora Minbicê 68 car dewriyeya serbixwe û koordine bi rê ve biribûn.

Wekî din tê payin dewriyeyên hevpar bi vî awayî dê dewam bikin.

Deweriyeyên hevpar ên eskerên Tirkiyê û Emerîkayê heta ku Minbic ewle bibe wê bidomin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar : Armanca herî dawî ya nexşerêyê ew e ku pkk-pyd-ypg ji minbicê bi temamî bê paqijkirin û desthilatiya herêmê bikeve destê xelqê minbicê.

Di vê pêvajoyê de tê xwestin PYD-YPG ji herêmê vekişe û ewlehiya Minbicê bi destê xelqê Minbicê bê tesîskirin.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: konaxa kritîk û girîng niha dest pê dike. heke derbarê vekişîna ypg’ê de gavên berbiçav û cidî bavêjin em ê vê pêvajoyê bi hev re biqedînin.

Wekî din ew kesên ku wê ji ewlehiya Minbicê berpirsiyar bin wê tu pêwendiya wan bi rêxistinên wek PYD/YPG/DEAŞ û El Kaide re tune bin.

Her wiha wê li gorî demografiya Minbicê tevbigerin.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: ypg dê vekişe. wê demê wê kî bi rê ve bibe? demografiya wî bajarî, krîter dive ev be. ji sedî heftê ereb in.. kingê? beriya şer..

Rê û rêbazên li Minbicê, wê ji bo Rojhilatê Firatê jî bibe model.

Dîroka nûkirinê: 03 Mijdar 2018, 16:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE