Li balafirgehê Ji bo bagajan tevdîra tomografiyê

Sîstema kontrolkirina sêalî dê tomografiya bagajan bikişîne

Li balafirgehê Ji bo bagajan tevdîra tomografiyê

Li balafirgeha Stenbolê ji bo ewlehiyê du pergalên ewlehiyê hatin avakirin. Yek ji wan sîsteman wekî cîhaza tomografiyê ye ku di tibbê de tê bikaranîn. Ev pergal dê nava bagajan nîşan bide. Ya din jî dê di 7 saniyeyan de kuryeyên ku tiryak daqurtandine tespît bike. Her du sîstem jî li Tirkiyeyê cara ewil tên bikaranîn.

Li Balafirgeha Stenbolê 2 pergalên nû yên ewlehiyê hatin avakirin.

Êdî kesên ku serî li riyên derqanûnî didin wê bi hêsanî nikaribin têkevin Tirkiyê.

Ji wan sîsteman yek lêgerîna tomografîk bagaj e..

Cihaz wekî cihazên tomografiyê yên li nexweşxaneyan dişixule.

Tiştên ku di nav çenteyan de ye, heya rengê wan jî tespît dike.

Sîstema duduyan jî tespîtkirina kuryeyên ku tiryakê daduqurtînin.

Cihaz bi taybetî kuryeyên ku di nav zikê xwe de tiryakê vedişêrin tespît dike.

Li dinyayê li kêm balafirgehan ev sîstem tên bikaranîn.

Li Tirkiyê jî cara ewil li Balafirgeha Stenbolê hat avakirin.

Dîroka nûkirinê: 30 Gulan 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE