Li Balafirgeha Ataturkê wesayîtên servîsê li hev ketin

Di qezaya ku li aprona balafirgehê çêbû da 9 kes birîndar bûn

Li Balafirgeha Ataturkê wesayîtên servîsê li hev ketin

Li aprona Balafirgeha Ataturkê du wesayîtên servîsê li hev ketin û 9 kes birîndar bûn.

Li gor agahiya ku hat hildan, wesayîteke servîsê ku tenê şofêrê wê tê da bû û minîbusa ku xebatkarên fîrmaya paqijiyê tê da bûn, li hev ketin.

Piştî qezayê ekîbên polês, îtfaiye û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Li cihê bûyerê midaxaleya ewil a birîndaran hat kirin û paşê birîndar bi ambulansan va rakirin nexweşxaneyên der û dorê.

Qeza ji trafîka esmanî ra nebû asteng û xebatên rakirina wesayîtên ku qeza kirin, dewam dike.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE