Balafirgeha Diyarbekirê ya ku ji ber xebatên nûkirinê ji 24ê Gulanê vir va girtî ye, bi temambûna xebatan sibê dê ji bo firînan vebe.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, li Balafirgeha Diyarbekirê ya ku di heman demê da ji bo firînên hem eskerî û hem jî yên sivîl tê emilandin, xebatên nûkirina pîstan kuta bûn.
Geştên asîmanî yên sivîl 25ê Hezîrana 2021ê dê dest pê bikin.
Di daxuyaniyê da her wisa sipasiya Wezareta Parastina Neteweyî, Fermandariya Hêzên Asîmanî û hemû kesên keda wan çêbû hat kirin ku xebatên nûkirinê di maweya plankirî da kuta bûn.
AA