Balafirgeha Sêyemîn a Stenbolê wê di 29ê Cotmehê de bê vekirin. Loma ceribaneke operasyonel hat kirin. 3 balafirên mezin daketin û 3 hezar kes bûn rêwî. Her wiha 9 hezar baxaj jî hatin birkaranîn.
Amadehiyên dawî yên balafirgeha nû tên kirin. Beriya vekirinê ceribandina ORATê hat kirin.
Ji bo ceribandina operasyonel yek ji wan fireh 3 balafir daketin balafirgehê.
3 hezar kes jî li wir amade sekinî bûn. Wek rêwiyên ku tên an jî diçin tevgeriyan. Her wiha 9 hezar baxaj jî hatin bikaranîn.
Kesên ku bilêt distandin, kesên ku ji kontûaran derbas dibûn, wergirtina walîzan…
Hemû hatin testkirin.
Ceribandina pêşî di meha îlonê de bi 2 balafir û hezar rêwiyî hatibû kirin.
Balafirgeha nû wê di 29’ê Cotmehê de dest bi xizmetê bike…