Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Navneteweyî teyareyek dema dadiket ji pîstê derket ji ber vê pîst hetanî saet 11.20î ji hemû firînan ra hat girtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, teyareya Rêhewaya Pegasusê ya ji Balafirgeha Sharjahê ya Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereban rabû û dihate İstanbulê dema li Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Navneteweyî peya dibû ji pîstê derket.
Di bûyerê da tiştek bi tu kesî nehat, ji ber ku teyare ji pîstê derket, pîst hetanî saet 11.20î ji hemû firînan ra hat girtin.
AA