Li Balafirgeha Sabîha Gokçena İstanbulê balafirek ji pîstê derket: 3 mirî

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca derbarê balafira ku Balafirgeha Sabîha Gokçenê ji pîstê derketibû got, "Heta nuha 157 birîndar ji nexweşxaneyan re hatine sewqkirin. Welatiyekî me canê xwe ji dest da."

Li Balafirgeha Sabîha Gokçena İstanbulê balafirek ji pîstê derket: 3 mirî

Li gorî agahiyan balafira aidî Pegasus Airlinesê ku sefera İzmir-İstanbulê dikir piştî daketina Balafirgeha Sabîha Gokçena İstanbulê ji pîstê derket. 

Piştî ragihandina mijarê hejmarek gelek îtfaiye û ekîbên tendirustiyê ji cihê bûyerê re hatin sewqkirin.

Agirê ku bi balafirê ket ji aliyê ekîbên îtfaiyeyê ve hat tefandin. Rêvingên di nava balafira ku xisar gihiştiyê tên derxistin.

Ji aliyekî din ve hat hînbûn ku balafirên ber bi Balafirgeha Sabîha Gokçenê ve tên, berê wan didin Balafirgeha Stenbolê.

- Walî Yerlîkaya: 139 birîndar sewqî 18 nexweşxaneyên cuda bûne

Waliyê İstanbulê Ali Yerlîkaya ragihand ku rewşa piraniya birîndarên balafira ku li Balafirgeha Sabîha Gokçenê ji pîstê derketibû, baş e û got, "Li gorî qeydiyên Rêveberiya Tendirustiyê ya Wîlayetê; 139 birîndar sewqî 18 nexweşxaneyên cuda bûne."

Yerlîkaya di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de destnîşan kir ku li navenda qeyranê ya Balafirgeha Sabîha Gokçenê ye.

Walî Yerlîkaya wiha got, "Di nava balafira ku seat 18.19an dema daket Balafirgeha Sabîha Gokçenê ji pîstê derket de, 175 rêwî, 2 bebek û 6 murettebat bi giştî 183 kes hebûn. Li gorî qeydiyên Rêveberiya Tendirustiyê ya Wîlayetê; 139 birîndar sewqî 18 nexweşxaneyên cuda bûne."

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca derbarê balafira ku Balafirgeha Sabîha Gokçenê ji pîstê derketibû got, "Heta nuha 157 birîndar ji nexweşxaneyan re hatine sewqkirin. Welatiyekî me canê xwe ji dest da."

AA

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2020, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE