Li balafirgeha Stenbolê "Koça Mezin" dewam dike

Barkirina melzemeyên ku duh şev ji Balafirgeha Ataturk ber bi Balafirgeha Stenbolê va dest pê kiribû dewam dike

Li balafirgeha Stenbolê "Koça Mezin" dewam dike

Barkirina melzemeyên ku duh şev ji Balafirgeha Ataturkê ber bi Balafirgeha Stenbolê va dest pê kiribû dewam dike. 

Barkirina melzemeyan ya ku "Koça Mezin" tê zanîn dewam dike.

Gelek melzeme, konteynir û wesayîtên Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) bi vîncan barî tiran kirin. 

Karkerên li apronê dixebitin jî alîkariya kar û barên neqilkirinê dikin. 

Polês û cendermeyan jî li balafirgehê tedbîr hilda. 

Ji bo barkirinê li 5 ciyên cuda 5 îstasyonên "backupê" hatin avakirin. 

Dema ku melzeme li wesayîtan tên barkirina heke xisarek çêbe xebatkarên vê îstasyonê midaxele dikin.

Li gor têxmînê kar û barên barkirinê wê 45 saetan dewam bike. 

Dîroka nûkirinê: 05 Nîsan 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE