"Li balafirgehan wê navendên testê yên Kovîd-19ê bên vekirin"

Li balafirgehên qerebalix heta 1ê Tîrmehê û li balafirgehên din jî heta 15ê Tîrmehê wê navendên testê yên Kovîd-19ê bên vekirin.

"Li balafirgehan wê navendên testê yên Kovîd-19ê bên vekirin"

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy ragihand ku li balafirgehên qerebalix heta 1ê Tîrmehê û li balafirgehên din jî heta 15ê Tîrmehê wê navendên testê yên Kovîd-19ê bên vekirin.

Ersoyê bû mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy ragihand ku li balafirgehên qerebalix heta 1ê Tîrmehê û li balafirgehên din jî heta 15ê Tîrmehê wê navendên testê yên Kovîd-19ê bên vekirin.

Ersoy diyar kir ji hêla tevdîrên dijî Kovîd-19ê da Tirkiye bi tesîsên ku sertîfîkaya wan heye li gor standardên Ewropayê dewleta herî ewle ye.

Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy der barê Sertîfîkasyona Turîzma Ewle da wiha got: "Hejmara otêlên ji bona wan serlêdan hatine kirin ji 727an derbas bûye, hejmara restoranan gihîştiye 900î. Derdora hezar û 650î da serlêdan hene."

Ersoy destnîşan kir plajên gel yên ku Wezareta Çand û Turîzmê dişixulîne wê li tevahiya Tirkiyeyê berbelav bikin.

Wezîrê Çand û Turîzmê Ersoy diyar kir hedefa wan ya ji bona 2023yan 75 milyon turîst û 65 milyar dolar qezenc hê jî heye û got ku em ê demildest bi ser xwe da werin û bigihêjin vê hedefa xwe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE