Li perava Ayvalika navçeya Balikesirê keleka koçberên bêdestûr tê da bûn binav bû û di qezayê da zarokek xeniqî û 33 kes hatin xilaskirin.
Keleke fîber a koçberên bêdestûr tê da bûn li perava Taxa Altinovayê ji ber sedemeke hê nayê zanîn binav bû.
Li ser îxbarê teyareyek, 4 bot û tîma xozneberiyê ya Fermandariya Ewlekariya Peravê sewqî herêmê kirin.
Ekîbên ji 35 kesên di keleka binav dibû da 33 koçberên bêdestûr xilas kirin û derxistin qeraxê.
Hat ragihandin ku zarokek mir û ji bo dergûşeke ku winda bûye jî xebatên lêgerînê dewam dikin.
AA