Li Balikesîrê 35 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Balikesîrê 35 koçberên bêdestûr ku xwe amade kiribûn biçin Girava Midilliyê, hatin girtin...

Li Balikesîrê 35 koçberên bêdestûr hatin girtin

Li Ayvalika navçeya Balikesîrê 35 koçberên bêdestûr yên ku xwe amade kiribûn dereqanûnî derbasî Girava Midilli ya Yûnanistanê bibin hatin girtin.

Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê ku xebatên xwe yên astengkirina derbasbûnên dereqanûnî didomînin, li tanga Sifreya Şeytîn a Taxa Kuçukkoyê komeke biyanî tesbît kir.

Ekîban koma koçberên bêdestûr ên ji Efxanistanê ku ji 35 kesan pêk tê û 11 jê jî zarok in û herwiha xwe amade kiribûn ku biçin Midilliyê, girtin û der heqê wan da miemeleyên qanûnî dan destpêkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 16:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE