Li Bartinê barana gur bû sedema lehî û hezazê

Barana gur êvarê dest pê kir li navçeya Ulusê û li beldeyên wê yên Kumluca û Abdîpaşayê jiyan kir tengasiyê.

Li Bartinê barana gur bû sedema lehî û hezazê

 Li Bartinê piştî barana gur li hin herêman lehî rabû, wesayît di ro da çûn, avê da binê gelek kargeh û malan.

Barana gur êvarê dest pê kir li navçeya Ulusê û li beldeyên wê yên Kumluca û Abdîpaşayê jiyan kir tengasiyê.

Ji ber baranê rêya Bartin-Karabukê texma Yenîhanê hilweşiya, wesayîtek di ro da çû, du kesên ku di wesayîtê da bûn ji aliyê AFAD û welatiyan va hatin xelaskirin, 20 kesên ku di malan da mehsûr mabûn bi makîneyên kar ên rêbejan û şaredariyê hatin xelaskirin.

Li beldeya Kumlucayê gundê Zaferê Çemê Herkemeyê ser ra avêt û hin wesayît di ro da çûn, avê da binê mal û kargehên qata yekê, hin welatî di malên xwe da mehsûr man.

Ekîbên Rêbej, DSÎ, AFAD, cendirme û tenduristiyê sewqî herêmên lehiyê kirin.

Waliyê Bartinê Sînan Guner diyar kir ku êxbar ji saet 03.00î pê va hatin, di rêya Bartin-Abdîpaşa-Ulusê da hêlan çêbû, rê hat vekirin û ew heta vir hatin.

Guner wiha axivî: "Di malên ku talûkeya wan a hilweşînê heye da û di wesayîtan da nêzî 15 kesan hatin xelaskirin. Kesek winda ye, ew jî xaltiyeke me ye, em lê digerin. Ji bilî vê ji ber qeyrana dil kesekî wefat kir. Vê gavê êxbara windabûnê tuneye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE