Li Bartinê midîbus wergeriya û Alîkarê Şaredarê Bartinê Ahmet Komeç û kesekî din mirin, 17 kes birîndar bûn.
Midîbusa ku Ramazan Duduoglu diajot û plaqeya wê 74 AJ 900 e, ji bo ku beşdarî Civîna Îstişareyê ya Herêmê ya MHPyê bibe, diçû Enqereyê. Midîbus li ser rêya Bartin û Enqereyê, texma Esenyurtê ji kontrolê derket û wergeriya.
Gelek ekîbên îtfaiye, ambulans û AFADê sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da Alîkarê Şaredarê Bartinê Ahmet Komeç û Murat Sevîlmîşê endamê partiyê mirin.
Şaredarê Bartinê Cemal Akin û 16 kesên din jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Bartinê.
Ji birîndarên ku tedawiya wan dewam dike, rewşa 4 kesan giran e, hat gotin ku talûkeya Şaredar Cemal Akin tuneye.