Li Başkaleya navçeya Wanê 59 koçberên bêdestûr yên dereqanûnî ketin welêt, hatin girtin.
Tîmên Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Albayrakê û yên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Bebleşînê dema dewriye digeriyan li taxa Albayrak û Atlilarê 2 kom dan sekinandin.
Di kontrolan da hat tespîtkirin jê 11 zarok û 14 jî jin tevahî 59 koçberên bêdestûr yên ji Bangladeş û Efxanistanê dereqanûnî ketine welêt.
Piştî kontola wan a tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê tîman koçber teslîmî Midûriya Îdareya Koçê ya bajêr kirin.AA