Li Başkaleya navçeya Wanê 69 koçberên bêdestûr ku hat tesbîtkirin dereqanûnî derbasî welêt bûne hatin girtin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê gava dewriye digerand, li Taxa Eşmepinar a li ser sînorê Îranê li tanga Sarisuyê koma peya rawestand.
Di kontrolan da hat tesbîtkirin ku 69 koçberên bêdestûr ên ji Efxanistan û Pakistanê dereqanûnî derbasî welêt bûne.
Li Fermadariya Cendirmeyê Navçeyê xwarin û vexwarin dan koçberan û herwiha piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê koçber radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê kirin.
AA