Li Başkaleya navçeya Wanê 74 koçberên bêdestûr ku dereqanûnî derbasî welêt bûne, hatin girtin.
Ekîbên Qereqola Cendirmeyê Bableşînê yê Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê ku dewriye digerandin, li nêzîkî Taxa Albayrak û Atlilarê 2 kom rawestandin.
Di kontrolan da hat tesbîtkirin, 16 jê jin, 27 jê zarok bi tevahî 74 koçberên bêdestûr ên ji Bangladeş û Efxanistanê dereqanûnî derbasî welêt bûne.
Koçberên bêdestûr piştî kontrola tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê, radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê kirin.
AA