Li Başkaleyê bobelata lehiyê

Lehiyê zirareke mezin da Taxa Esenyamaçê

Li Başkaleyê bobelata lehiyê

Li Elbaqa Wanê û Gevera Colemêrgê bobelatên lehiyê qewimîn. Tîmên afad, umke û dsi’yê bi lez çûn cihê felaketan. Di lehiya li geverê de 500 mî û bizin telef bûn.

Li Elbaqa Wanê baraneke gelek zêde bariya.

Ji ber barana zêde di demeke kurt de lehî rabû.

Lehiyê da nava Taxa Esenyamaçê û her tişt bi xwe re bir.

Mexdûrên bobelatê bi hawar û gaziyan li lehiya mezin nêrîn.

Keçeke ciwan di nava heriya lehiyê de ma û bi kotekî ji mirinê xelas bû.

Hema piştî felaketê tîmên AFAD, UMKE û DSİyê çûn hawara welatiyan.

Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez çû cihê felaketê û derbarê xesara lehiyê de ji rayedarên navçeyê agahî stand.

Wali Bilmez got,”Em hema piştî lehiyê bi lez hatin cihê bûyerê.”

“Em îro nîvrokî pê hesiyan ku li Taxa Esenyamaçê lehiyeke mezin rabûye. Em ligel saziyên xwe bi lez û bez hatin devera lehiyê. Tîmên AFADê xesarên li taxê tespît dikin. Zirareke mezin gihîştiye hin xaniyan, hin xanî jî zêde xesar nedîtine.”

Li Gevera Colemêrgê jî baraneke zêde hat.

Piştî baranê jî lehiyeke mezin rabû.

Ji ber lehiyê 500 mêşin û bizinên welatiyan telef bûn.

Her wiha bêrîvanên ku li çiyê pez didotin jî, li herêmê asê man.

Hat eşkerekirin ku 3 jinên bêrîvan bi sivikî birîndar bûne.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE