Li 4 deverên cihê aşît ket ser rêyên Esenyamaç û Sualtiya taxên li ser Başqeleya navçeya Wanê ne.
Li texma goma Dereboyuyê ber bi êvarê li 4 deverên cihê aşît ket û rêyên taxên Esenyamaç û Sualtiyê ku qasî 60 kîlometre dûrî navçeyê ne hatin girtin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û yên Şaredariya Başqeleyê çûn devera aşît ketiye û bo vekirina rê dest bi xebatê kirin.
Mixtarê Taxa Esenyamaçê Ayhan Korkmaz got ku di aşîtê da tu zirar û ziyanek çênebû û wiha domand: "Li 4 deveran aşît ket. Şikir tiştek bi kesî nebû. Bi tenê sitûnên ceyranê qelibîn."
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Îdir û Agiriyê berf û bagerê rêya 1018 cî û waran girt.
Li Erziromê ev çend roj in berf dibare û bager e, di çûyîn û hatinê da tengasî çêdibe.
Li bajêr berf dibare û li deverên bilind bager e.
Berf û bagerê rêya 715 tax û mezrayan girt.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Ji ber berf û bagerê li Agiriyê rêya 202, li Qersê rêya 80, li Erdexanê rêya 16, li Îdirê jî rêya 5 gundan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr, li deverên çiyayî xebatên paqijkirina berfê didomînin.
AA