Li Batmanê 170 ton petrola qaçax hat desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Wîlayetê li ser îxbarekê, li navend û li navçeya Bişêriyê li dijî çend navnîşanan operasyona hevdem hat lidarxistin.
Di operasyonê de 170 ton petrola qaçax digel 2 tivingên nêçîrê yên bêruxset hatin destserkirin.
Li Cendirmeyê karûbarê 3 gumanbarên ku derbarê bûyerê de hatibûn binçavkirin berdewam e.