Li Batmanê 600 kewar û 600 moz li 30 mozvanan hatin belavkirin

Li Batmanê 600 kewar û 600 moz li 30 mozvanan hatin belavkirin

 Li Batmanê di çarçoveya projeya "Mozvanên Kozlukî Mil Didin Hev Hingiv Berhev Dikin" ya ji hêla Midûriya Navçeyê ya Çandinî û Daristanê û Qaymeqamtiya Kozlukê va hatiye amadekirin da 600 kewar û 600 moz li 30 mozvanan hatin belavkirin.

Proje ji hêla Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ya GAPê va hat qebûlkirin û li gor wê piştgiriya 30 mozvanan hat kirin.

Di vê çarçoveyê da ji sedî 70 hîbeyê va 600 kewar û 600 moz li mozvanan hat belavkirin.

Li Qaymeqamtiyê merasimek hat lidarxistin, Midûrê Navçeyê yê Çandinî û Daristanê Îsmaîl Hakki Saglam û rêvebirê projeyê Bariş Doyar moz û kewar dan mozvanan.

Saglam ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji bo ku li Kozlukê mozvanî pêşva here wan xebatek wiha daye destpêkirin û wisa bawer dikin bi saya vê mozvanî wê pêşva here.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE