Li Batmanê 855 lître alkola sexte hat qefaltin

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze tesbît kir, kargehek veguhestine îmalatxaneyekê û tê da alkola sexte hildiberînin.

Li Batmanê 855 lître alkola sexte hat qefaltin

Li Batmanê di operasyona dijî kargehekê da 855 lître alkola sexte hat qefaltin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Sûcên Organîze tesbît kir, kargehek veguhestine îmalatxaneyekê û tê da alkola sexte hildiberînin.

Ekîban kargeh şopandin û gava dîtin ku bîdonan bar dikin wesayîtekê, 24ê Gulanê bi ser kargeh û wesayîtê da girtin.

Di lêgerînê da gelek amûr û aparatên di çêkirina alkola sexte da tên emilandin û her wiha 855 lître alkola sexte hatin qefaltin.

Der heqê bûyerê da berşikek hat qefaltin û berşik piştî miemeleyên li ewlekariyê sewqî edliyeyê kirin, li vir jî piştî jêpirsîna dozgeriyê, berşik hat berdan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE