Li Batmanê û Adıyamanê pîrozbahiyên roja jîngehê

Li herêmê bi çalakiyên cuda Roja Jîngehê hat pîrozkirin

Li Batmanê û Adıyamanê pîrozbahiyên roja jîngehê

Roja jîngehê li herêmê bi çalakiyên cuda hat pîrozkirin. Li Batmanê zarok ji bo dinyayeke paqijtir meşiyan. li semsûrê jî bi pêşengiya walitiyê tura bisîkletê hat kirin.  

Roja Jîngehê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. 

Li herêmê gelek çalakiyên cuda hatin kirin. 

Li Batmanê bi dehan zarok ji bo jîngehê meşiyan. 

Piştre jî bi bernameyan teşvîqa parastina xwezayê hat kirin.  

Zarokan bi pankartan daxwaza parastina xwezayê kir.  

Li Semsûrê jî armanc heman bû. 

Di roja jîngehê de rayedaran bal kışand ser jîngeheke paqijtir.  

Walîtiya Semsûrê li 26 zarokan bisîklet belav kirin.  

 Waliyê Adıyamanê Mahmut Çuhadar: Me xwest roja jîngehê wek sembolîk pîroz bikin. ../.. Bisîklet navgîneke dostê xwezayê ye û sotemeniya wê tune. Bila ji bo zarokan bi xêr be.  

 Bi wesîleya roja jîngehê tura bisîkletê jî hat gerandin.  

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE