Li Batmanê akademiya sînemayê hat vekirin. Li atolyayê gelek kursiyer hînî wênegirî, fîlmgirî, montaj û hunandina fîlman dibin.
Li Batmanê kursa sînemayê ku nû hatiye vekirin eleqeyeke mezin dibîne.
21 kursiyerên Batmanî ji bo ku hînî fîlmkêşan û wênegiriyê bibin beşdarî kursan dibin.
Wekî din li atolyeya sînemayê dersên grafîk, montaj û hunandina fîlman jî tê dayîn.
Di kursa 6 mehan de ciwan him bi pratîkî him jî bi teoriyê tên perwerdekirin.
Ciwanên ku beşdarî kursan dibin dixwazin di warê fîlmkêşanê de serkeftî bin.