Li Batmanê bi germbûna hewayê ra sezona "banî palasê" vebû

Li Batmanê bi zêdebûna germê ra welatiyên ku ji germê nikarin di hundir da razên, li ser baniyan textan çêdikin û ser radizên.

Li Batmanê bi germbûna hewayê ra sezona "banî palasê" vebû

Li Batmana ku germ lê carinan heta 40 pileyî dertê, bi taybetî li deverên gundewar sezona "banî palasê" dest pê kir.

Li Batmanê bi zêdebûna germê ra welatiyên ku ji germê nikarin di hundir da razên, li ser baniyan textan çêdikin û ser radizên.

Text berê bi daran, niha bi hesinan jî çêdikin û bi taybetî li navçe û gundan li ser baniyan datînin, çar aliyê wan bi pîne û perdeyan tê girtin, cî û nivîn li ser tên rastkirin. Ji bo ku mixmixk û kêzik jî nekevinê, perdeyên tenik davêjin ser.

Li deverên gundewar û çiyayî piştî roj diçe ava hin malbat textan didin rexê hev û ser rûdinên, sohbet dikin û çaya xwe vedixwin. Bi vî hawî text weke qadeke civakî jî tên xebitandin.

- "Pêdiviya me bi klîmayê çênabe"

Şukru Gulbaharê mixtarê gundê Nurluyê yê navçeya Kercewsê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku razana ser textan edeteke wan ya berê ye.

Gulbahar diyar kir, ji ber germê meriv nikare di hundir da razê û wiha dewam kir, "Dema em dikevin meha nîsanê em van textan li ser baniyan ava dikin. Wexta ku hewa germ dibe, em li ser textan radizên."

Gulbahar daxuyand, bi saya cimêlîkan mixmixk û kêzik nakevin textê wan û havînê xewa binê stêrkan xweş e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE