Li Batmanê bisîkletên biaqil

Welatî dikarin bisîkletan bajon û pişt re deynin îstasyona herî nêzîk

Li Batmanê bisîkletên biaqil

Şaredariya Batmanê projeya bİsîkletên biaqil da destpêkirin. Şaredarî li seranserê bajêr îstasyonên bisîkletan çêdike. Welatî dikarin wan bisîkletan bajon û pişt re deynin îstasyona herî nêzîk.

Li Batmanê, xizmetên şaredariyê bi her awayî dewam dikin. Di nav xizmetan de sepandineke balkêş jî heye.

Şaredarî li nava bajêr, li çend cihên cuda îstasyonên bisîkletan çê dike.

Welatî dikarin van bisîkletan bajon. Piştî ku karê wan xilas bibe jî dikarin bisîkletan li îstasyona herî nêzîk deynin.

Ev projeya Belediya Batmanê dê bike ku şênî him ji sporê nemîne û him jî karê xwe yê li nav bajêr bi rehetî biqedîne.

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2019, 16:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE