Li Batmanê cezayê pere dan 124 kesên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da di 15 rojan da ji 20 hezarî zêdetir mal ji hêla ekîbên fîlyasyonê va hatin ziyaretkirin.

Li Batmanê cezayê pere dan 124 kesên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin

Li Batmanê cezayê pere dan 124 kesên ku tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) binpê kirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê da di 15 rojan da ji 20 hezarî zêdetir mal ji hêla ekîbên fîlyasyonê va hatin ziyaretkirin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di kontrolan da ji bo 124 kesên ku divê li malê xwe îzole bikirana, lêbelê li malên xwe nebûn, 390 hezar û 600 lire cezayê îdarî hat birîn û wiha hat gotin, "Yên ku testa wan a Kovîd-19ê pozîtîf e û yên ku temasa wan bi pozîtîfan ra heye, divê xwe li malê îzole bikin ku ev yek hem ji bo tenduristiya wan û hem jî ji bo tenduristiya civakî zehf girîng e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE