Li Batmanê depoya avê ya 20 tonî ya ku pirsgirêka avê çareser bike, kete xizmetê

Walî Hulusî Şahîn di merasima ku ji ber bikaranîna depoyê hat li darxistin da axivî û got depoya 20 hezar ton kapasîteya heye ketiye xizmetê.

Li Batmanê depoya avê ya 20 tonî ya ku pirsgirêka avê çareser bike, kete xizmetê

Depoya avê ya 20 tonî ya bi 12 milyon lireyî ji hêla Şaredariya Batmanê va hatiye çêkirin ku pirsgirêka avê ya bajêr çareser bike, kete xizmetê.

Walî Hulusî Şahîn di merasima ku ji ber bikaranîna depoyê hat li darxistin da axivî û got depoya 20 hezar ton kapasîteya heye ketiye xizmetê.

Şahîn got kapasîteya ava bajêr 23 ton e bi vekirina depoya avê ya Çamlica-2yê va kapasîte 20 hezar ton hatiye zêdekirin û pirsgirêka avê hatiye çareserkirin.

Şahîn wiha axivî: "Mezinahiya depoya avê qasî adeke fitbolê ye û li ser qadeke 7 hezar mêtroqereyî hatiye çêkirin. Wek ku di hundirê depoyê da golek heye depoyeke xurt û baş di nav 6 mehan da hat çêkirin. Piştî depoyê tesîsa klorkirina avê jî wê bê nûkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE