Li Batmanê çalakiya dirûna kunciyan hat lidarxistin.
Li gundê Yaylicayê yê li ser navendê çalakî hat lidarxistin û di çalakiyê da kuncî hat dirûtin.
Midûrê Bajêr ê Çandinî û Daristanê Mehmet Gun di çalakiyê da got ku ji sedî 90ê kunciyan ji derva tê îdxalkirin.
Gun diyar kir ku wan ji bo vê yekê proje pêşkêşî Îdareya Taybet a Bajêr kir û di çarçoveya projeyê da li gundê Yaylicayê ser çar zeviyên ku bi tevahî 170 donim in, wan weke berê alternatîf kuncî danî.
Gun wiha axivî, "Me kuncî dirûtin. Em li bendê ne ku serê donimê 100 kîlo kuncî were."
Serokê Odeya Ziraetê ya Batmanê Nîzamettîn Aydîş, Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê Abdulkadîr Demir û cotkar beşdarî bernameyê bûn.AA