Li Batmanê gule berdan notirvanê ku nasname kontrol kir

Li Batmanê bi demançeyê gule berdan notirvanên şevê yên ku di Midûriyeta Ewlekariyê da peywirdar in û nasname kontrol kirin, di bûyerê da notirvanek û birayê wî yê mezin ku li cem bû, bi giranî birîndar bûn

Li Batmanê gule berdan notirvanê ku nasname kontrol kir

Li Batmanê bi demançeyê gule berdan notirvanên şevê yên ku nasname kontrol kirin. Di bûyerê da notirvanek û birayê wî yê mezin ku li cem bû, bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyê, li Taxa Bahçelîevlerê notirvanên şevê yên di Midûriyeta Ewlekariyê da peywirdar in, di dewriyeya li ber Dibistana Seretayî ya Petrolê da komeke ku derdor aciz dikir, da sekinandin û xwest nasnameyên wan kontrol bikin.

Di vê kêliyê da kesekî ku li hemberî notirvanan miqewemet nîşan da, bi demançeyê gule bi ser notirvanan reşandin. Notirvan Bayram Kara (26) û birayê wî yê mezin Ramazan Kara (29) yê li cem wî bû, birîndar bûn.

Piştî ku agahî hat dayîn, gelek polêsên tevgera taybet û ekîbên 112 Servîsa Bilez sewqî ciyê bûyerê kirin.

Notirvan Kara û birayê wî yê mezin Ramazan Kara rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha hat destnîşankirin ku jiyana birayê mezin Kara di xetereyê da ye.

Polêsan ji bo desteserkirina êrîşkaran li derûberê dest bi operasyonê kirin û berşikek binçav kir.

Der heqê bûyerê da lêkolîn dewam dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE