Li Kozluka navçeya Batmanê gundek di çarçoveya tedbîrên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hildan karantînayê.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiyê da hat ragihandin ku bi biryara Lijneya Parastina Tenduristiya Giştî ya Parêzgehê ji bo ku vîrus belav nebe û welatî bên parastin, li gundê Konakliyê û herwiha li taxên Tepecik û Yamaçliyê 3 mal û 2 bîna hildan karantînayê.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku çûn û hatina ji bo gund û malan qedexe ye û hemû tedbîrên pêwîst jî hatine wergirtin.