Bi saya kargehên nû yên li Batmanê gelek kes ji xwe re dişixulin
Li Batmanê tevî pêvajoya koronayê him hejmara kargehan him jî hejmara kesên dişixulin zêde bû. Bi saya derfeta xebatê, batmaniyên li xeribiyê jî vegeriyane memleketên xwe.
Marketeke navdar a li Batmanê, li bajêr dikana xwe ya 4emîn vekir.
Tevî pêvajoya zehmet a koronayê li taxa Gultepeyê jî şaxeke nû vekir.
Merasîmeke mezin hat lidarxistin.
Siyasetmedarên Batmanî, rayedar û esnafên bajêr…
Ji bo piştgiriya karsazê ciwan Firat Tunç gelek kes hatibû.
Niha li ber destê wî 120 kes dixebitin.
Karsazê ciwan dixwaze di rojên pêş de hejmara xebatkaran zêde bike.
Bi saya kargehên nû yên ku li Batmanê vebûne, gelek ciwanên li xeribiyê jî vegeriyane memleketê xwe û li bajarê xwe dişixulin.