Li Batmanê ji ber berfê û şertên neyînî yên hewayê dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin, li seranserî bajêr ji ber barîna berfê û şertên neyînî yên hewayê Navenda Perwerdeya Gel jî di nav da perwerde û hîndekarî ji bo rojekê hat rawestandin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat destnîşankirin ku xebatkarên qamûyê yên astengdar û ducanî jî bi destûr in.AA