Li Batmanê ji bo Şaredariya Bajaroka Îkîkopruyê wezîfedarkirin

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku Şaredarê Îkîkopruyê yê HDPyî Karabulut ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê" li Dadgeha Cezayê Giran a 2an ya Batmanê tê darizandin.

Li Batmanê ji bo Şaredariya Bajaroka Îkîkopruyê wezîfedarkirin

Şûna Osman Karabulutê Şaredarê Îkîkopruya bajaroka Batmanê yê HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, Qaymeqamê Beşîriyê Sînan Aşci wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku Şaredarê Îkîkopruyê yê HDPyî Karabulut ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê" li Dadgeha Cezayê Giran a 2an ya Batmanê tê darizandin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Ji ber ku pêvajoya karên edlî dewam dike, li gor Benda 127emîn a Qanûna Bingehîn û li gor Benda 47emîn a Qanûna Şaredariyan, bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî Şaredar Karabulut berwext ji wezîfeya xwe hat dûrxistin. Li gor benda 45emîn û 46emîn a Qanûna Şaredariyan, Qaymeqamê Beşîriyê Sînan Aşçi wek 'Cîgirê Şaredarê Bajeroka Îkîkopruyê' hat wezîfedarkirin."

Dîroka nûkirinê: 07 Kanûn 2019, 13:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE