Li Batmanê ji bo welatiyên destteng projeya îstihdamê

Ji bo îstihdama hezar kesî projeya kar hat hazirkirin

Li Batmanê  ji bo welatiyên destteng projeya îstihdamê

Li Batmanê ji bo welatiyên destteng projeya îstihdamê hat hazirkirin. Projeya ku îşkur pêşengiya wê dike wê hezar kesan bike xwedî kar.

Li Batmanê projeya Merhemê dikeve rewacê.

Bi projeyê wê ji bo hezar kesên hewcedar kar û bar were peydakirin.

Proje bi pêşengiya Îşkur, Weqfa Piştgiriyê û alîkariyê û komeleya karsaz û pişesazan a Batmanê dimeşe.

Li gorî vê yekê wê pêşî kesên hewcedar ên di navbera 18 û 35 salî de werin diyarkirin.

Kesên wê bên hilbijartin wê alîkariya civakî bigirin û piştî îstihdamê ê ew alîkarî bê birîn.

Tê payîn xebatkar bi piranî di sektora tekstîlê de werin bicihkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE