Li Batmanê kalê ku ji balqona qata 9an a aprtmanekê ket, canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, li taxa Çamlitepeya girêdayî navendê, Şehmus Gornu (94) ji qata 9an a aprtmana ku lê îqamet dikir, kete xwarê.
Ekîbên tendirustiyê yên ku li ser îxbarê hatin cihê bûyerê mirina Gornu teyîd kirin.
Cenazeyê Gornu bi mebesta otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê li Batmanê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
AA