Li Êlihê jina 70 salî ya bi navê Bedriye Çabas ji bo hînî xwendin û nivîsandinê bibe hewleke wek mînak dide. Bedriye xanim di çarçoveya “seferberiya xwendin û nivîsandinê” de beşdarî kursa li navenda perwerdeya gel bû. Ew ji niha ve hinek hîn bûye jî.
Navê wê Bedriye Çabas e, ew niha 70 salî ye û li navenda Êlihê dijî.
Temenê Bedriye Xanim gelek e.
Lê di dilê Bedriyeyê de tim evîna xwendin û nivîsandinê hebû.
Bedriye Xanim di çarçoveya “Seferberiya Xwendin û Nivîsandinê” de beşdarî kursa li Navenda Perwerdeya Gel bû.
Ev kurs li Taxa 19 Mayisê(bi tirkî) hatiye vekirin û ligel Bedriye Xanim gelek mezin û ciwan jî beşdar dibin.