Li Batmanê kesên ku ji germê aciz bûn di tunela berfê da hênik dibin

Tunêla berfê li Dabananga mezreya gundê Altidereyê ye û berfa tunêlê seranserê salê nahele û dimîne ji berfa saleke din ra. Bi taybetî kesên ku ji germa havînê aciz dibin, vê derê tercîh derê hênik dibin.

Li Batmanê kesên ku ji germê aciz bûn di tunela berfê da hênik dibin

Li gundê Altidereyê yê Sasona navçeya Batmanê berfa ku zivistanê berhev bûye, bi germa hewayê ra veheliya û di nav berfê da tunel çêbû. Welatiyên ku ji germê aciz dibin jî eleqeyê nîşanî tunêlê didin.

Tunêla berfê li Dabananga mezreya gundê Altidereyê ye û berfa tunêlê seranserê salê nahele û dimîne ji berfa saleke din ra. Bi taybetî kesên ku ji germa havînê aciz dibin, vê derê tercîh derê hênik dibin.

Mixtarê gund Aydin Algan daxuyanî da û diyar kir, havînê tunela berfê çendîn mêtreyan dirêj dibe û ji bo kesên dixwazin hênik bibin nîmeteke mezin e, bi taybetî danê nîvro şêniyên gund ji bo ku hênik bibin tunelê ziyaret dikin.

Ji kesên ku ji germê aciz bûne û berê xwe dane tunelê Sabahattîn Atalay got, "Vê gavê li Batmanê hewa pir germ e. Li vê derê jî hewayeke pir hênik heye û em dicemidin. Em dixwazin her kes vê xweşikahiyê bibîne."

Îrfan Yildizê ku ji Batmanê seba dîtina tunelê hatiye jî got ku wî gelek bajarên Turkiyeyê ziyaret kir lê havînê rastî tuneleke berfê ya vî şiklî nehat, ev der bihuşteke veşartî ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE