Li Batmanê jinên kursiyer him fêrî kar dibin, him jî pereyan qezenc dikin. Kursa herî qerebalix jî ya resman e.
ÇATOMa Batmanê ji ber koronayê ev demeke dirêj e girtîbû.
Lê kursên zineatê piştî çend mehan vebûn.
Di ÇATOMê de kursa herî qerebalix ya çêkirina amûrên xemlê ye.
Jinên kursiyer tiştên ku çêdikin difroşin; him qezanca xwe dikin him jî wextê li xwe derbas dikin.
Jin dixwazin deriyên ÇATOMê careke din neyên dadan û kurs dewam bikin.