Li Batmanê bi pêşengiya navenda perwerdeyê ya gel jin bi dirûtin, neqş, destkarî û kursên din berheman çêdikin. Ew bi vê yekê hînî meslekan dibin…
Navenda perwerdeya gel a Batmanê ji bo jinan hînî kar bibin kurs vekirin.
Jinên Batmanî bi saya vê navendê hînî gelek huneran dibin.
Kursiyer bi tevahî jin in… Ew ji mamosteyan hînî meslegan dibin û bi xwe jî berheman çêdikin.
Ji neqş û hunerên destan heta kuaforiyê gelek îş ji destê wan tên.
Jinên ku perwerde dibin li aliyekî jî meaşê digirin û pê debara malbata xwe dikin.