Li Batmanê li dijî hucreyên DEAŞê operasyon

Di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê de bi navend Batman li Stenbol, Erzirom û Diyarbekirê 7 kes hatin girtin

Li Batmanê li dijî hucreyên DEAŞê operasyon

Di operasyonên dijî DEAŞa rêxistina terorê de bi navend Batman li Stenbol, Erzirom û Diyarbekirê 7 kes hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Batmanê, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Batmanê diajo de, ekîbên Rêveberiya Ewlekariya Wîlayetê tesbî kirin ku li Batmanê bi mebesta perwerdeya îdeolojîk li gorî talîmatên DEAŞa rêxistina terorê hucregeh hatiye avakirin. 

Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 8 gumanbarên ku biryara girtina wan hebû, navend Batman, li Stenbol, Erzirom û Diyarbekirê operasyonên hevdem hatin lidarxistin. 

8 gumanbarên ku di çarçoveya operasyonê de hatin binçavkirin anîn Batmanê û piştî karûbarên wan ên li ewlekariyê ji dadgehê re hatin sewqkirin.

Ji gumanbaran 7 hatin girtin û gumanberek jî bi merca kontrola edlî serbest hatin berdan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE