Li Batmanê malek û texsiyeke parqkirî bi demançe û bi çekên lûledirêj û bipompe dan ber guleyan.
Emîn S.yê ku mala wî li navenda Batmanê taxa Aydinkonakê ser sikaka 3949an e, mala wî û texsiya wî ya ku plaqeya wî 34 JF 3679 e ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar va hat gulebarankirin.
Gelek gule li mal û texsiyê ketin û xesara madî tê da çêbû. Di êrîşê da tiştek bi kesî nehat.
Li gor îdiayê êrîşkar bi 2 wesayîtan va hatin û piştî êrîşê revîn.
Li ser cabdayînê gelek polêsên harekata taybet sewqî cihê bûyerê kirin.
Ji bo girtina êrîşkaran polêsan li derdorê operasyoneke berfireh da destpêkirin.
Der heqê bûyerê da lêpirsînê dest pê kir.
AA