Li Batmanê operasyona dijî DEAŞê

Polês û cendirmeyan bi hev ra operasyon kir û berpirsê rêxistinê yê bajêr jî di nav da 22 gumanbar hatin girtin

Li Batmanê operasyona dijî DEAŞê

Li Batmanê di operasyona şeveqê ya dijî DEAŞa rêxistina terorê da berpirsê rêxistinê yê bajêr jî di nav da 22 gumanbar hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Batmanê li ser DEAŞa rêxistina terorê kir da ji bo 22 gumanbaran biryara girtinê hat derxistin.

Ekîbên Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Bajêr, şaxên Herekata Taybet û Fermandariya Cendirmeya Bajr di saet 05.00î da operasyon da destpêkirin.

Ekîb ji 400 kesî pêk hat û di heman demê da operasyon birin ser 22 navnîşanan û M.Dyê berpirsê bajêr yê DEAŞa rêxistina terorê jî di nav da 22 gumanbar hatin girtin.

Ekîban deriyê ku venebûn, şikênastin û ketin hindur.

Di lêgerîna navnîşanên navborî da sîlah, muhîmat û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.

Gumanbar li emniyetê îfadeyê didin.


Li Enqereyê 33 biyaniyên eleqeya wan bi herêmên pevçûn lê heye û DEAŞa rêxistina terorê ra hene, hatin binçavkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE