Li Batmanê Platforma Baweriyê li dijî terorê meşek lidarxist

Li Batmanê ji aliyê Platforma Baweriyê ve meşek hat lidarxistin

Li Batmanê  Platforma Baweriyê li dijî terorê meşek lidarxist

Li Batmanê, di operasyonê de bombeya ku terorîstan binax kiribû teqiya. Di êrîşê de 8 esker şehîd ketin, eskerek jî birîndar bû. Bi vê mebestê îro li batmanê li dijî rêxistina terorî pkk’ê meşeke protestoyê hat lidarxistin.

Li Batmanê, teqemeniya ku terorîstan binaxkiribû dema derbasbûna wesaîda leşkerî de teqiya.

Di teqînê de 8 leşker şehîd bûn û leşkrek jî birîndar bû.

Leşkerên şehîd, îro li memleketên xwe hatin definkirin.

Bi vê mebestê li Batmanê, li dijî rêxistina terorî PKK’ê ji aliyê Platforma Baweriyê meşek protestoyê hat lidarxistin.

Gelek welatî ji Parka Batmanê heta Parka Ataturk meşiyan û rêxistina terorî lanet kirin.

Piştre ji bo şehîdan Qur’ana pîroz hat xwendin dia hat kirin.

Dîroka nûkirinê: 06 Cotmeh 2018, 10:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE