Li Batmanê xwendekaran, di çarçoveya projeya “mozaîka welatê me” de pêşangeha hunera mozaîkê vekir. Ciwan bi vî awayî ji xeynî dersên xwe bala xwe didin ser hunerê jî.
Ji kevir, cam, hesin û heta ji qalikên behrê.
Hunera mozaîkê, bi gelek malzemeyên cuda çê dibe.
Li Batmanê jî di çarçoveya projeya Wezareta Ciwanî û Sporê Pêşangeha “Mozaîka Welatê me” hat vekirin.
Xwendekaran bi alîkariya mamosteyên xwe, di weqtên xwe yên vala de mozaîk çêkirin.
Pişt re jî hemû huner û xebatên xwendekaran di pêşangehê de hatin nişandan.