Li Batmanê restorasyona Pireya Perpirayê

Li Batmanê restorasyona Pireya Perpirayê ya 2 hezar salî dewam dike

Li Batmanê restorasyona Pireya Perpirayê

Li Pireya Perpirayê ya ser Çemê Batmanê ya 2 hezar salî xebatên restorasyonê dewam dikin.

Midûriyeta Giştî ya Rêbejayê ji bo Pireya Perpirayê ya 2 hezar salî ya di heyama Romayê da hatiye avakirin û di heyama Artuqiyan da hatiye temîrkirin ji turîzmê ra veke xebatên restorasyonê didomînin.

Di gava ewil a çarçoveya restorasyonê da li lingên 9 û 10an ên pireyê xebat dewam dikin.

Emîn Bîlgiyê mîmarê projeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku restorasyona serê sala par dabûn destpêkirin dewam dike.

Bîkgî got bi tenê 10 piyê pireyê li ser avê mabûn û bi xebatên vekolanê va piyên din jî derdikevin holê û wiha axivî: "Halê hazir 18 piyên pireyê bi eşkereyî tên dîtin. Di xebatên vekolanê yên bi kontrola Midûriyeta Muzeya Batmanê tên kirin da piyê 19an jî hat dîtin. Piştî piyê 19an xîmê 3 piyên din jî hatin tesbîtkirin. Dema lêkolînê didin îhtimal ew e ku pire hê jî dirêj bibe."

Bîlgî destnîşan kir ku hetanî dawiya salê ew ê restorasyona 10 piyan were temamkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE