Li Batmanê saziyên sivîl hatin ba hev. Saziyan êrîşên rejîma Esed û balafirên Rusyayê yên li ser İdlibê protesto kirin.
Platforma Azadiya Hişmendî û Baweriyê ya Batmanê ji bo ku êrîşên li dijî Îdlibê protesto bikin li navenda bajêr kom bûn.
Rejîma Esed û balafirên Rusyayê ev çend roj in Idlîbê bombe baran dikin.
Ji bo şermezarkirinê daxuyanî hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin divê Türkiye dengê xwe bilind bike û Neteweyên Yekbûyî hişyar bike.
Li İdlibê nêzî 4 milyon însan hene. Ger êrîş dewam bikin wê li Suriyê trajediyeke din biqewime.